Rojbaş!
Ev
malper ya mamosteyên kurdî yên ku li
şaredariya Stockholmê
dixebtin e. Mamostetî ya kurdî ji sala 1975an
vir ve li Stockholmê destpêkiriye. Heta salên
80 yî jî li Stockholmê bi qasî
3-4 kesî mamostiya kurdî dikirin. Piştre
her ku çû ji Bakurê welêt kesên
polîtik wek penaberên hatin û xwe spartin
Swêdê. Pederpê hejmara malbatên
kurd zêde bûn û bi wê re hejmara
şagird û mamosteyan jî bêtir bûn.
 |
Piştê
salên 90î ji Başûr gelek kurd koçber
bûn hatin Swêdê.Herweha hejmara şagirdên
bi zaravayê soranî û mamosteyên
wan pir bûn.Niha koma mamosteyên kurdi ku
li şaredariya bajarê Stockholmê kar dikin,
ji 28 kesan pêk tê. 19 bi zaravayê soranî
û 9 jî bi zaravayê kurmancî ders
didin. Grûpa mamosteyên kurdî bi du
zaravayan perwerde û hîndekariyê dikin:
bi kurmancî û soranî. Di warê
kurdî de li Swêdê koma herî mezin
û bi rêk û pêk e. Xwedî
bername û proje ye.
Ev malper de ji bo mamosteyên şaredariya Stockholm,
Seranserê Swêdê, mamosteyên derî
welat û li welat bibe toreke têkiliyan. Herweha
de di navbera mamosteyên li şaredariya Stockholmê,
şagirtên wan û dê û bavên
şagirdan de jî tora têkiliyê bihune.
Di warê pedegojî û pîşeyî
de bibe platformeke bi sûd û kelk. Ji bo pirtûk
û materyalên perwerde û hînkirinê
jî bibe pirtûkxaneyeke ku mamoste bikaribin
bi hêsanî bi dest bixin.