Destpêk
Zimanê Zikmakî
Qanûn û Rêbaz
Mamoste
Şagird
Pirtûk/Materyal
Perwerde
Test û Plan
Çîrok û Xebroşk
Rojane
Arşîv
Lînk / e-mail
 

SORANÎ DESTPÊK

Ev malper ya mamosteyên kurdî yên ku li şaredariya Stockholmê dixebtin e. Mamostetî ya kurdî ji sala 1975an vir ve li Stockholmê destpêkiriye. Heta salên 80 yî jî li Stockholmê bi qasî 3-4 kesî mamostiya kurdî dikirin. Piştre her ku çû ji Bakurê welêt kesên polîtik wek penaberên hatin û xwe spartin Swêdê. Pederpê hejmara malbatên kurd zêde bûn û bi wê re hejmara şagird û mamosteyan jî bêtir bûn.

Piştê salên 90î ji Başûr gelek kurd koçber bûn hatin Swêdê.Herweha hejmara şagirdên bi zaravayê soranî û mamosteyên wan pir bûn.Niha koma mamosteyên kurdi ku li şaredariya bajarê Stockholmê kar dikin, ji 28 kesan pêk tê. 19 bi zaravayê soranî û 9 jî bi zaravayê kurmancî ders didin. Grûpa mamosteyên kurdî bi du zaravayan perwerde û hîndekariyê dikin: bi kurmancî û soranî. Di warê kurdî de li Swêdê koma herî mezin û bi rêk û pêk e. Xwedî bername û proje ye.

Ev malper de ji bo mamosteyên şaredariya Stockholm, Seranserê Swêdê, mamosteyên derî welat û li welat bibe toreke têkiliyan. Herweha de di navbera mamosteyên li şaredariya Stockholmê, şagirtên wan û dê û bavên şagirdan de jî tora têkiliyê bihune. Di warê pedegojî û pîşeyî de bibe platformeke bi sûd û kelk. Ji bo pirtûk û materyalên perwerde û hînkirinê jî bibe pirtûkxaneyeke ku mamoste bikaribin bi hêsanî bi dest bixin.

Sidan senast uppdatereat : 10 februari, 2004 18:39
Ankêt: